DeutschEnglishItalianoTürkçeKurdîRomânescРусскийعربى<УкраїнськаShqiptare

Dema xwedîkirina me

Xwedîkirin, ji roja duşemê heta roja înê di saetên jêrîn de vekirî ye:

Xwedîkirina sipêdeyê ji saet 07:00ê sibehê heta 08:45ê sibehê

  • OGS û cûrên din ên xwedîkirinê saet ji 11:45ê nîvro heta herî dereng 16:30yê piştî nîvro
  • Saet 1:15ê nîvro, 3:00yê nîvro yan jî heta 04:30ê piştî nîvro jî xwedîkirin mumkin e

Jîyana me ya biro

Zarok piştî derse diçin jorên koma xwe.

Xwandinkarên sinifa yekî di zemanê pêşîn ê piştî bêhnvedana havînê de tên anîn xwedîkirinê yan piştî derse tên wergirtin. 

Zarok di gava bidawîhatina piştî saeta 4an de berî herin xwedîkirinê dikarin di bêhnvedana hatiye dayîn de bileyîzin.

Gelekê caran firavîn di zemanên jêrîn de tê xwarin:

Sala 1î: Saet 12:15
Sala 2yan: Saet 12:30
Sala 3yan: Saet 12:45
Sala 4an: Saet 13.15

Eger zarok di dema xwarinê de hê jî di dersê de bin, li gora vê yekê derengtir diçin xwarinê.
Firavîn ji alî fîrmaya Apetito-yê ve tê bihevxistin.

Zemanê peywira malê saet di nava 2:00ê nîvro û 2:50yê nîvro de ye. Bi zarokan re bi awayê komên piçûk têkilî tê kirin û li vê derê ji alî wan ve peywirên wan tên temamkirin. Çavdêrîya li ser peywira malê ne alîkarî û desteka li ser peywira malê ye. Hûn wek dêûbav, ji kontrolkirina peywirên malê yên zarokên xwe berpirsîyar in.

Pêşniyarên cûrbicûr ên koma xebatê di çend rojên hefteyê de di nava saetên 3yê nîvro - 4:30yê nîvro de tên kirin (Komkara Daristanê, Komkara Sîporê, Komkara fotografê...). Pêşniyarên komkarên herî nû ji quncikê danzanînê buhura OGS-ê fêr bibin.

Di demên navberê de zarok keysa xwe dibînin bi yên din re bileyîzin, karên destî çê bikin, wêneyan filan çê bikin. Di hewayên ziwa de devera hilkişînê vekirî ye.