DeutschEnglishItalianoTürkçeKurdîRomânescРусскийعربى<УкраїнськаShqiptare

Xwedîkirina bêhnvedanê

Bajarê Kreuztalê xizmeta xwedîkirina bêhnvedanê dike. Ji bo vê yekê pareke alîkarîya pêvekî ya ku ji bo firavînê jî di rewacê de ye, tê sitandin.

Bêhnvedanên pasxalyayê: Di ḥefteya 1î de li xwandingeha pêşîn a li Dreslers Parkê
Di ḥefteya 2yan de li xwandingeha pêşîn a li Kredenbach-ê

Bêhnvedana Havînê: Di hefteyên 1î û 3yan de li xwandingeha pêşîn a li Dreslers Parkê
Di ḥefteya 4an de li xwandingeha pêşîn a Kredenbach-ê heta paşîya bêhnvedanê

Bêhnvedana payîzê: Di ḥefteya 1î de li xwandingeha pêşîn a li Dreslers Parkê
Di ḥefteya 2yan de li xwandingeha pêşîn a li Kredenbach-ê

Bêhnvedana Noelê: Xizmeta xwedîkirinê tune ye

Xwedîkirina bêhnvedanê
Her roj li xwandingeha pêşîn a li Dreslers Parkê saet di nava 07:00ê sibehê û 4:30yê piştî nîvro de û li xwandingeha pêşîn a Kredenbach-ê di nava saetên 7:30yê sibehê û  4:00ê piştî nîvro de tê birêvebirin.

Zarokê we dikare herî pir ji bo sê hefteyan bê qeydbûyîn. Eger bivê dibe her du cîhên xwedîkirinê jî bên bijartin. Qeyda ji bo rojên cihê cihê mumkin nîne.

Di gava xwedîkirina bêhnvedanê de bernameyeke wek nimûne pijandina di firnê de, bizavên wek di derdora nêz de, pêşniyarên çêker ên cûrbicûr tê pêşkêşkirin.

Ji bo xwedîkirinê zanyarîyên tevahî

OGS-a me (Xwandingeha Seranserê Rojê Vekirî) ji tebaxa 2004an ve heye û li qata zemînê ya avahîya xwandingehê ye. Gava yek ji kolana Ziegeleifeldê tê, rêya ketina rastê ya avahîya xwandingehê ya li kêleka dîwarê mezin ê grafîtî ye bi kar bînin.

Vêga bernameya me ya xwedîkirinê ya OGS bi 90 zarokên qeydkirî bi temamî tije ye. Zarokên li OGS-ê pênc rojên hefteyê qeydkirî ne, her roj bi kêmayî heta saet 3yê û herî dereng heta 4 û nîvê piştî nîvro dimînin. 

Di bernameyên din ên xwedîkirinê de ji bo zarokan ji bilî van 25 cîh hene. Di vê de bijareya xwedîkirina zarokan a heta 1:15ê nîvro û di hefteyê de rojek yan du rojan saet heta 3yê nîvro yan heta 4:30yê nîvro qeydkirina zarokî heye.

Firavîn dibe berê bê xwastin yan ji kafeteryayê bê sitandin. Hûn jî dikarin firavîna zarokê xwe pê re bişînin.

Zemanê dersa malê ji duşemê heta pêncşemê tê pêkanîn. Ji zarokan re roja înê dersa malê nayê dayîn.

Wek îstîsna, eger hûn bixwazin zarokê xwe zûtir wergirin yan nexwazin ew di seranserê rojekê de li OGS-ê bê xwedîkirin, ev helbet mumkin e. Hûn ê ji bo vê yekê ji şîretkarî formekê bistînin ku we divê hûn wê bi birêvebirîya xwandingehê bidin erêkirin.