DeutschEnglishItalianoTürkçeKurdîRomânescРусскийعربى<УкраїнськаShqiptare

Di çarçoveya xwandingehê de desteka tevgera erênî çi ye?

Di çarçoveya xwndingehê de desteka tevgera erênî, ramaneke texilandinê ya pir biteng e ku jêdera wê ji kultura Emerîkayê ye. Di vê navberê de, bi awayê lihevanîna li çendîn xwandingehên welatên cuda tê pêkanîn. Digel di çarçoveya xwandingehê de desteka tevgerê tê pêkanîn, bi awayê ku ku guh bê dayîn pêdivêyên kesîn ên hunerên civatî û hestî yên hemû xwandinkaran, giringî bi destekkirin û bipêşvebirinê tê dayîn.

Mebesta desteka tevgera erênî ya di çarçoveya xwandingehê de ew e ku hemû zarokên li xwandingehê û mezin dilşad bin û bi awayê herî baş ê mumkin be bên bipêşvebirin. Ji bo biserketina di vê de, me nirxên hîmî yên li xwandingeha Dreslers Parkê, bi awayê ku di seranserê xwandingehê de di rewacê de be, xuyand.

Nirxên hîmî di dirûşma me ya xwandingehê de jî heye:

Vîdyoya li jêrîn nîşanî me dide em li xwandingehê bi hev re çawa tevbigerin.

Ji bo bê dîtin di jîyana biro ya xwandingehê de di rewşên cuda yên nava xwandingehê de çawa bi rûmet, bi guhdanê û bi berpirsîyarî bê tevgerîn, “matrîsên tevgerê” hene ku li cîhên bi hêsanî karibin bên dîtin pêvekirî ne.

Xwandingeha pêşîn a li Dreslers Parkê, yek ji xwandingehên pêşîn ên Elmanyayê ye ku bi desteka kesên zanistî yên ji unîversîteyên Oldenburg (Michael Paal û Anna-Maria Hintz) û Siegen (Isabelle Erbslöh) desteka tevgera erênî ya di seranserê xwandingehê de ji 2016an ve gav bi gav pêk tîne.