DeutschEnglishItalianoTürkçeKurdîRomânescРусскийعربى<УкраїнськаShqiptare

Portreya xwandingehê

Avahîya mezin a xwandingeha me ya pêşîn nêzî navenda bajarê Kreuztalê ye. Vêga ji çendîn gel û kulturên cuda bêtirî 300 xwandinkarên me di 12 sinifan de hîn dibin. Herêma me ya xizmetê herêma navendî ya nava bajêr, herêma şênîbûnê ya Liesewald û Fritz-Erler-Siedlungê ye. Di axa xwandingehê de; herêmeke bêhnvedanê ya mezin, cîhekî leyîstinê yê tê de alavên hilkişînê hene û eywaneke sîporê hene. Di xwandingehê de; di sinifan de quncikên çapemenîyê, metbexek, eywaneke konferansê û pirtûkxaneyeke xwandekaran heye.

Bi destekkirina hemû zarokan û entegrasyona wan re rûmet, berpirsîyarî û hînkarîya girêdayîmayînê xalên mebest ên karê me ne.

Gur & Zirafe – hevtêkilîya bê tundî

Li gora Rosenbergî hevtêkilîya bê tundî ji sala 2015an ve bûye perçeyekî bivênevê yê jîyana rojanî ya xwandingehê.

Zirafeya hoşta ya tê de tundî tune ye, di kombûneke mehanî ya li eywana konferansê tê lidarxistin de, bi gurê hevalê xwe nîşandayîna kûkleyê destan ê zarok jê hez dikin derdikeve pêşîya me. Hevtêkilîya bê tundî, bi procektên piçûk ên di wan de zirafe û gur hene di sinifan de jî tên bikaranîn.

Kombûna mehanî

Hemû zarok di roja duşema pêşîn a her mehê de ji bo kombûna mehanî li eywana konferansê kom dibin. Li vê derê zanyarîyên tevayî yên birêvebirîya xwandingehê û meclisa xwandinkaran bidin hene, sitran tên gotin, bi desteka sinifan nîşandayîna gurî û zirafeyê heye. 

Ji bilî van sitrana xwandingeha me bixwe û repa me ya pêhezker jî tê gotin.

Encûmena sinifê

Di encûmena ji hefteyê carek kom dibe de hemû zarok li ser teşqele û xwastinên nava sinifê diaxifin. Ji bilî van nirxandineke wek ‘Bi min baş e’ jî dike ku li ḥefteya çûyî bi nihêrtineke erênî bê nihêrtin.

Teşqeleyên di sînorê xwandingehê de ne ji alî encûmena sinifê ve ji meclisa xwandinkaran re tên şandin û li wê derê bi hemû nûnerên sinifan re tên dan û sitandin. 

Meclisa xwandinkaran

Her duşem nûnerên sinifê bi Conrads Xanimê re li meclisa xwandinkaran tên kêleka hev û li ser teşqeleyên li sinifê û xwandingehê dipeyivin û li ser bijareyên çaredîtina di kombûna pêş a mehanî de bên dan û sitandin li encûmena sinifê bên vegerandin difikirin.

Wek nimûne peywirên xizmeta tiwalêtê tên bipêşvebirin.

Xwandin bi kêf e!

Em wek xwandingeha xwandinê, bi pêşnîyarîyên pirtûkxaneya bajêr re ji zarokên xwandingehan re pêşniyarên taybet pêşkêş dikin. Bi vî awayî çend sinif diçin serdana pirtûkxaneyê û ew ji bo xwandina pirtûkan û deynkirina pirtûkan dibe jêhezkirin.

Rêberên xwandinê, di babetên xwandina ji bo zarokên lawaz û xwandina bi dengê bilind de alîkarîyê dikin dinyaya xwandinê nêzîkê zarokan dikin.

Pirtûkxaneya xwandingehê her car di rojên duşemê û înê de di bêhnvedana pêşîn de vekirî ye. Xwandinkar dikarin ji vê derê bi kerden xwe yên nasnameyê pirtûkan deyn bikin.

Ev pêşniyarî alî xwandinkaran dikin ew hunerên xwe yên hîmî yên xwandinê bêtir bi pêş ve bibin.

Di klaba AG-yê ya xwandinê de, tê kirin ku hin zarokên sinifên 2 û 3yan bi taybetî ji xwandinê hez bikin.

Baştirkirin û tenga bilind

Di tenga her sinifê de di beşên matematîkê û Elmanî de dersên baştirkirinê û yên tenga bilind tên dayîn. Bi zarokan re wek komên piçûk tê têkilîkirin (li çêtirkirina bernameya xwandingehê û tenga bilind binihêrin).

Encûmenên ji bo malbatan

Malbat di van encûmenên jêrîn de peywirê didin ser milên xwe:

Parêzkarîyên sinifan

Parêzkarîyên xwandingehê

Konferansa xwandingehê

Komên me yên xebatê

Em ji bo gava sipêdeyê ya xwandingehê û dema xwandingehê ya di seranserê rojê de vekirî komên xebatê yên cûrbicûr pêşkêş dikin. Ev ji alî mamhosteyan û çavdêran ve tên birêvebirin. 

Nameyên înê

Her zarok rojên înê nameyeke înê distîne. Di vê de ji bo çalakîyên çûyî û bernameyan nirxandineke tevahî ya xwandingehê û hemû tiştên giring ên ḥefteya pêş hene.

Danzanînên nava sinifê jî li vê derê tên veguhestin.